Karakter boyutu :

Tifaqa YNK û PDK Bû 3 Sal, Hêşta Zindî Ye
29 Temmuz 2010 / 18:32
Mela Qadir wiha got, “Hîşta ew hewcehî heye û tevgera rizgarîxwaz ya neteweya me hêşta li xeman nereviyaye û metirsî li ser heye”.
Di salvegera îmzakirina tifaqa stratejîk a navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)'ê de, berpirsên her du partiyan tekez li ser berdewamkirina wê tifaqê dikin heya hewcehiya dîrokî wê bixweze, partiyên din jî bi giring dizanin ku tifaqa han bo qorkirina desthilatê bi kar neyê.
Di 27'ê Tîrmeha sala 2007'an de her yek ji Sekreterê YNK'ê Celal Talebanî û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî tifaqek steratejîk bo hemahengî û pêkve kar kirin di navbera her du aliyan de îmze kirin, niha piştî 3 salan hêşta her du alî pêve pabend in û tu daxwazek bo bi dawîanîn yan sererastkirina wê nekirine.
Endamên Polîtbûroya PDK'ê Mihemed Mela Qadir ji AKnewsê re wiha got, “Dema îmzekirina vê tifaqê axaftin li ser dirêjkirin ya dema dawiyê ya wê nehatiye kirin û heya hewcehiya dîrokê bixweze dê bidomînin”.
Mela Qadir wiha pê de çû, “Hîşta ew hewcehî heye û tevgera rizgarîxwaz ya neteweya me hêşta li xeman nereviyaye û metirsî li ser heye”.
Endamê Serkirdayetiya YNK'ê Ferîd Eseserd di daxuyaniyekê de tekez li ser giringiya tifaqa han kir û wiha destnîşan kir, “Wê tifaqê karî pêwendiya navbera her du partiyan rêkbixe û her du di çeperekê de parêzgariyê li mafên neteweyî yên kurd li Iraqê bikin, hevdem tifaqa han aloziyên navbera her du aliyan ji holê rakir”.
Tifaqa steratejîk a navbera her du partiya piştî şerê hundir yê navbera her du aliyan û dewra du îdarî û yekgirtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat, armanc jî wekî bi xwe behs dikin hemahengî û pêkve karkirina her du aliyan e, bi awayekê ku rê ji têkçûna pêwendiyan û kertbûna îdarî bigre.
Li gorî tifaqê ku 2'ê Hezîrana derbasbûyî hat aşkera kirin, her du partî di tev hilbijartinan de bi yek lîst dadikevin, her wiha pêwîste xwe li rexnekirina hevdu di ragihandinan de dûr bigrin.
Derbarê egera guhertina di tifaqê de, bi taybet piştî hilbijartina Parlamentoya Iraqê ku hejmara kursiyên PDK'ê zêde bûn, Mela Qadir wiha daxuyand, “Heya niha kar li ser wê nehatiye kirin ku guhertinan li ser xalên vê tifaqê bê kirin, ger guhertin jî bi ser de bê, divê bo pêşxistina wê bin”.
Hevdem Mela Qadir diyar kir ku heya niha hinek xalên tifaqê wekî xwe nehatine bicihanîn û demek zêdetir pêwîste.
Eseserd wiha domand, “Tifaqa han di demek diyarkirî de pêkhat û dema ku her du partiyan bi pêwîst zanîn guhertinan têde bikin dikarin pêkve li ser gotûbêjan bikin, lê hêşta zûye ji ber ku ew sedema ku tifaqa han anîn rojevê hêşta di rojevê de ne û guhertin bi ser de nehatine”.
Li gorî tifaqê pêwîst bû heya dawiya sala 2007'an her 3 Wezaretên Hundir, Malî û Pêşmerge û dezgehên asayîşê hev bigirtana, lê heya niha ew bi temamî nehatiye yekxistin.
Endamê Polîtbûroya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Babekir pêkanîna tifaqê di navbera partiyan de bi mafê yasayî yên wan zanî û di vê baweriyê de ye ku tifaqa steratejîk ya navbera YNK û PDK'ê dewrek nû di herêmê de anî rojevê û xizmet bi rewşa siyasî di herêmê de kir.
Babekir wiha pê de çû, “Lê ger tifaqa han bo ewê be ku her du partî desthilat û îmtiyazan qorix bikin û di navbera xwe de parve bikin, ew karek şaş e û xizmetê bi Kurdistanê nake”.
Her di vî warî de Çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanîngehê Heval Ebûbekir wiha destnîşan kir, “Ger armanca tifaqê parastina aştî û pêvajoya aştî û duristkirina derfetek hejî bo hev girtinê li Herêma Kurdistanê be, wê demê cihê destxweşiyê ye, pêwîste ew tifaqê derfetekê pêk bîne ku şerê bikakujî dubare nebe”.
Ebûbekir hêvî xwest ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikarin bê tifaqa steratejîk bi hev re hemaheng bin û di xizmeta xelkê de bin.
Tifaqa Stetarejîk ji 8 xalan pêktê, ku warên hemahengiya her du partiyan diyar dike, ji wan, aliyên siyasî û praktîk, aliyên Parlamento û Hikûmet, ragihandin, çavdêriya cîbicîkirina tifaqê, alîkarî û hemahengî di karên Bexdayê de, pêwendiyên derve û nehêştina dewreya derbasbûyî.
Di dema yekem hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di Gulana sala 1992'an de, heya niha 6 kabîneyan hikimraniya herêmê kirine û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tev hikûmet meşandine.
AKnews

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Kategorinin Diğer Haberleri
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?

Mail List