IMKB: 60.608Dolar: 1,5155 YTLEuro: 1,9265 YTLAltın: YTL
09 Eylül 2010 Perşembe
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara10/28 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Heyeta BDP'ê ji Hewlêrê Dilxweş bû
31 Temmuz 2010 / 12:15
Bengî Yildiz, da zanîn ku serdana wan a Hewlêrê erênî derbas bûye û got, daxwaza wan "konferansa kurd" û vekirina nûnergeha BDP'ê ya li Hewlêrê pêk hatiye.
Serokwekîlê Koma BDP'ê Bengî Yildiz, da zanîn ku serdana wan a Hewlêrê erênî derbas bûye û got, daxwaza wan "konferansa kurd" û vekirina nûnergeha BDP'ê ya li Hewlêrê pêk hatiye.

Heyeta BDP'ê ku 27'ê Tirmehê hatibû paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê, duhi êvarê dîsa vegeriya. Di nav heteyê de, Serokê DTP'a daxistî Ahmet Turk û Aysel Tugluk û çend payedarên BDP'ê hebûn.

Bengi Yıldız ê ku di nav heyetê de bû, ji AKnewsê re axivî û diyar kir ku serdanên wan ên derbarê konferansa kurd û vekirina nûnergeha BDP'ê de erênî derbas bûne. Yıldız, ev agahî dan:

"Birêz Berzanî, em li meqam û mêvanxaneya xwe pêşwazî kirin. Em li ser pirsgirêkên navxweyî axaftin. Me derbarê rewşa kurdan de nêrînên hev pirsîn. Me biryar girt ku diyalog bidome."

Yıldız, da zanîn ku ew ê bi Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî re jî bêne ba hev. Yıldız, nûçeyên ku dibêjin Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi neyînî li konferansa kurd dinêre jî derewandin.

Bengi Yıldız, daxuyand ku Herêma Kurdistanê, bi dilgermî nêzî daxwaza vekirina nûnergeha BDP'ê ya li wê derê bûye û da zanîn ku kengî Ruşen Mahmutoğlu cihekî guncav peyda kir, ew ê ji bo prosedûra fermî biçin Hewlêrê.

Heyeta BDP'ê ya ji Hevserokên DTP'a daxistî Ahmet Türk, Aysel Tuğluk, Serokwekîlê Koma BDP'ê Bengî Yildiz, Endamên PM'ya BDP'ê Fethi Gümüş, Ruşen Mahmutoğlu û Berdevka DTK'ê Yüksel Genç pêk tê, li wir bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî û Serokwezîrê Herêmê Berhem Salih re rûniştin.

AKnews
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List