IMKB: 59.867Dolar: 1,5080 YTLEuro: 1,9625 YTLAltın: YTL
01 Ağustos 2010 Pazar
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara16/39 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ji bo Ocalan kampanyaya îmzeyan
30 Kasım 2009 / 11:31
Ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di cîhana sanal a înternetê de kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di cîhana sanal a înternetê de kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.

Malpera bi navê amîdakurd, ji bo başkirina şert û mercên tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û balkişandina li ser tenduristiya wî, di malpera xwe de dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Di nivîsera kampanyaya ku dê encama wê ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re bêne şandin de wiha tê gotin:

“Weke ku êdî hemû cîhan baş dizane, birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd xwedî grîngiyeke pir mezin e. Gelê kurd her cure nêzîkayiyên li hemberî birêz Ocalan, li hemberî xwe dibîne û Ocalan mîna sedema şer û aştiyê dinirxîne. Bi milyonan kes wî mîna îradeya xwe ya siyasî diyar kirine û bi mirina xwe ve pê ve girêdayî ne. Ev rastî bi taybet jî ji aliyê hemû hêzên ku bala wan li ser Rojhilata Navîn e ve baş tê zanîn.”

Di berdema nivîserê de bal tê kişandin ku tenduristiya Ocalan her diçe xirab dibe, cihê wî yê hatiye guhertin pir biçûk e û wiha tê berdewamkirin:

“Li gel vê rastiyê û bi sedan rastiyên mîna vê û rola girîng a birêz Ocalan jî, nêzikayiya  Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMME'yê ya li hemberî birêz Ocalan bi tu awayî nikare bê pejirandin. Lewra birêz Ocalan bi xwe dide zanîn ku cihê wî guherandine û wî kirine hucreyeke ku wê hucreyê mîna 'Çala Mirinê' bi nav dike. Bi vê ve girêdayî pêşketina xerabûna tendrustiya xwe jî pir vekirî û bi kite kit dide zanîn ku mirovek normal nikare çend rojan di nav wan mercan de bijî. Birêz Ocalan her wiha diyar dike ku ev kiryarên nû li ser hay, guman û pêşniyazên CPT û DMME'yê hatine pêkanîn û berpirsên van kiryaran ew bi xwe ne.”

Di nivîserê de bang li CPT û DMME'yê tê kirin û ji wan tê xwestin ku ji bo başkirina şert û mercên Ocalan bikevin tevgerê.

md AKnews
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List