IMKB: 60.608Dolar: 1,5155 YTLEuro: 1,9265 YTLAltın: YTL
09 Eylül 2010 Perşembe
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara10/28 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Erdogan Siyaseta BDP û MHP'ê Rexne kir
14 Temmuz 2010 / 08:41
Erdogan, di axaftina Koma Meclîsê ya partiya xwe de axivî û rexneyên tund li CHP û MHP'ê kir. Erdogan ku diyar kir MHP û BDP heman siyasetê dikin
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan, di axaftina Koma Meclîsê ya partiya xwe de axivî û rexneyên tund li CHP û MHP'ê kir. Erdogan ku diyar kir MHP û BDP heman siyasetê dikin, got, "Ez wan hewaleyî gel dikim".

Erdogan ku di axaftina xwe de bertekeke tund nîşanî MHP'a ku daxuyandiye ew ê referandumê boykot bikin, got, "Di mijarên girîng ên welat de zîhniyeteke MHP'ê tune ye. Rêza min li hemberî girseya MHP'ê heye. Lê ez wisa bawer dikim ku girseya MHP'ê û rêveberiya wê di mijara referandumê de li hev nakin. Ez wisa bawer dikim ku girseya MHP'ê dê di referandumê de bêje erê."

Erdogan ku anî ziman MHP û BDP heman siyasetê dikin, got, "Ez BDP'a ku wekî MHP'ê siyasetê dike, hewaleyî gel dikim. Em dizanin ka ew ji ku derê ve tên rêvebirin. Em dibînin ka wekî nûnerên rêxistina terorê çi dikin. Me hevdîtina bi van her du partiyên ku ji terorê sûdê digirin re, red kir. Mafê kesên ku di cenazeyan de parkartên tolhildanê hildidin tune ye bêjin aştî."

Serokwezîr Erdogan ji bo bersiva erênî ya ji bio hevdîtinê ku ji CHP, SP û DSP'ê hatî, spasiyên xwe ji wan re kir û got, "Di mijareke neteweyî ya wisa girîng de ez ji niha ve spasiyên xwe ji CHP, BBP, SP û DSP'ê dikim. Ez dixwazim bêjim ku ev hevdîtin dê di mijara têkoşîna li dijî terorê de ji bo afirandina helwesteke hevpar bibin alîkar. Ji bo me tiştê girîng ew e ka dê çi sûdê bidin me. Madem rêveberî em in, dê pêşniyarên wan çêbin, em van bigirin û bisepînin."

AKnews
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List