IMKB: 60.608Dolar: 1,5155 YTLEuro: 1,9265 YTLAltın: YTL
09 Eylül 2010 Perşembe
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara10/28 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
'Ji Bo Her Seriyekî Pere Dihat Dayîn'
14 Temmuz 2010 / 09:15
Huseyîn Oguz diyar kir ku di bin navê "baca keleyê" de xelat belav dikirin û ji ber vê jî ligel mîlîtanan gelek şivan û kesên sivîl hatine kuştin.
Huseyîn Oguzê ku di Îstixbarata Cendermeyan (JÎTEM) a Tirkiyeyê de dixebitî û Çeteya Geverê ya ji polîs, leşker, cerdevan, qaçaxgerên eroîn û îtirafkaran pêk dihat derxiste holê, diyar kir ku di bin navê "baca keleyê" de xelat belav dikirin û ji ber vê jî ligel mîlîtanan gelek şivan û kesên sivîl hatine kuştin.

Astsubayê teqawît Huseyîn Oguz ku 11 salan li herêmên Rojhilat û Başûrrojhilat di JÎTEM'ê de xebitiye, ji Neşe Duzela ji rojnameya Tarafê re axivî.

Oguz diyar kir ku ji bo her mîlîtanekî dihat kuştin bi navê "baca keleyê" pere dihat dayîn, û got ji ber vê jî gelek kesên sivîl hatine kuştin. Oguz diyar kir ku ne pêkan e pêyî destûra Wezareta Hundir JÎTEM bê damezirandin, lewre pereyên ji bo JÎTEM'ê ji wezaretê dihat.

Oguz ku diyar kir sedema Serfermandarî her tim JÎTEM'ê înkar dikin ew e ku dosyeya sûcan a JÎTEM'ê gelekî nepixiye, got ku bêyî erêkirina Serfermandariyê ne pêkan e ku JÎTEM çalakiyên wisa bike.

Oguz diyar kir ku tenê dijminên kurdan ên ji Ocaxên Ulkuyan digirtin nava JÎTEM'ê, anî ziman ku rayedarên payebilind ên li herêmê jî jê zivêr dibûn û bazirganiya çekan û tiryakê organîze dikir. Oguz diyar kir ku ji bo ku tirsê bixin nava gel, kurdan dikuştin û diavêtin ser riyan û gelek caran dest dianîn ser malên gel.

Oguz got, "Rapora her bûyereke qewimiye, pêşkêşî Serfermandariyê hatiye kirin. Derbarê bûyeran de agahiyên bi kitekit hatine dayîn. Ne pêkan e ku agahiya wan tune be. Gelek subayên ku demekê di JÎTEM'ê de bûn, niha xaniyan didin kirê, havîngehên gelekên wan hene û hev dibînin."

AKnews
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List