Karakter boyutu :

(Nivîs) – 14 Tîrmeh 2010
14 Temmuz 2010 / 10:53
Çalişlar diyar kiriye ku "Serokwezîrê nekarî bi MHP'ê re hevdîtinê bike, newêriye ku bi BDP'ê re jî hevdîtinê bike".
Ji Erdogan bo Turker: "Artêşa profesyonel dê sînor biparêze" (Fikret Bila – Milliyet)
Fikret Bila nivîsandiye ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan serdana pêşî bo lîderê DSP'ê Masun Turker kiriye û mijara hevdîtina wan "teror û referandum" bûye û nivîsandiye ku di hevdîtinê de tenê mijara "terorê" hatiye axaftin. Bila ku diyar kiriye Turker gotiye ew ê di referandumê de bêjin "na", aniye ziman ku Serokwezîr Erdogan di hevdîtina bi Turker re çar peyamên girîng dane. Bila diyar kiriye ku ev peyam wiha ne: "Bo sînor artêşa profesyonel", "îstixbarata mirovan", "bicîanîna daxwazênleşkeran" û "çêkirina 150 qereqolên nû".
Bila diyar kiriye ku lîderê DSP'ê jî di hevdîtinê de peyam daye Erdogan ku "di çêkirina artêşeke profesyonel de rê nedin avabûnên di rengê JÎTEM'ê de û divê bi dîwarên elektronîk derbaskirina sînor bê astengkirin."
Ji hêla Serokwezîr ve tunehesibandina BDP'ê (Oral Çalışlar – Radikal)
Oral Çalişlar ku bi bîr aniye dema Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan derbarê "terorê" de dest bi hevdîtinên bi partiyên muxalefetê re kiriye, Serokwezîr gotiye bi hinceta "ji terorê sûdê werdigirin" MHP û BDP li derveyî van hevdîtinan girtine diyar kiriye ku Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli jixwe gotiye ku ew naxwazin derbarê vê mijarê de bi Serokwezîr re hevdîtinê bikin. Çalişlar diyar kiriye ku "Serokwezîrê nekarî bi MHP'ê re hevdîtinê bike, newêriye ku bi BDP'ê re jî hevdîtinê bike".
Çalişlar ku diyar kiriye bi rojan e çavdêriyên nivîskara Milliyetê Mehveş Evin ên ji herêmê tên weşandin û ji çavdêriyan diyar e ku di helwesta qerebalixên mezin ên beşdarî cenazeyên gerîlayan dibin de "derbaskirina sînor" heye û wiha domandiye:
"(…) Texmîna min a derbarê pêvajoya li pêşiya me de wiha ye: Axaftina Serokwezîr dê rê veke ku burokrat, hêzên ewlekariyê û dozgerên li herêmê zêdetir tund tevbigerin. Jixwe di çarçoveya operasyona KCK'ê de bi sedan rêverber û şaredarên BDP'î di girtîgehê de ne. Dibe ku helwesta Serokwezîr bibe sedem ku zêdetir bên girtin, yanî hema bêje dê tu kes nemîne ku temsîliyeta siyaseta bi nasnameya kurd bike.
(…) Li herêmê hevseng gelekî guherîn. Psîkolojî û hêviyên gelê herêmê gelekî guherîn. Li dû windahiyan, piraniya gelê li herêmê ketiye rewşeke "tirsa ji mirinê derbas kiriye". Em di dîmenên herêmê de tiştên gelekî cuda dibînin. Slogan û pankart ji sînorên ku mirovên li rojava fêm bikin û daqurtînin wêdetir in.
(…) Dikarin BDP'ê rexne bikin, li hemberî wê têkoşîna siyasî bikin. Mafê AK Partiyê ji bo vê heye. Lê eger hûn BDP'ê derxin derveyî pêvajoya çareseriyê, divê bersiva we ji pirsa 'hûn ê bi kê re çareser bikin?' re hebe.
Guhertina Destûra Bingehîn, tenê dikare bi gavên çareseriya siyasî ya ji bo pirsgirêka kurd watedar dibe..."
Em ê di referandumê de deng bidin çi? (Bejan Matur – Zaman)
Bejan Matur ku derbarê guhertina Destûra Bingehîn de têderxistineke rewşê dike, wiha nivîsandiye:
"(...) Mijara hilbijartinê ya li pêş me, dengdaneke zîhniyetê ye. Emê deng nedin ka dê kê em bi rê ve bibin, em ê deng bidin ka dê zîhniyetek bidome an na. Zemîna ku rê li ber bi temamî guehrtina Destûra Bingehîn a derbeyê veke, dê bi vî awayî vebe.
"(…) Eniya 'Na'yê, difikire ku îktîdara heyî dê ji burokrasiyê azad bibe lewre dibêje 'na' lê di dawiya rojê de, ev pakêtek neji bo dahatiya siyaseta AKP'ê lê ya Tirkiyeyê, û meştuiyeta wê ye.
(…) Di referandumê de çûn an jî neçûna ser sindoqê, ji ber vê bi serê xwe girîng e.
Ev encameke wekî dijberiya derbeyê an jî berevajiyê wê zelal e. Gotina 'Ez li hemberî derbeyê me lê...' û temamkirina van ser sê xalên li dû 'lê'yê ji bo tu kesî ne hêsan e."
Tu yê azmûna samimiyetê pêşî bidî Ertugrul (Aziz Üstel – Star)
Aziz Ustel diyar kiriye ku nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok tenê ji bo balê bikişîne nivîsa "Ma en mecbûr in bi hev re bijîn?" nivîsandiye, aniye ziman ku tu hêlên nivîsê yên cidî bên girtine tune ye û wiha domandiye:
"(…) Ji Parlamenterê BDP'ê Hasip Kaplan bigirin, çiqas partiyên siyasî an jî ronakbîr hebin, li hemberî quretiya 'jiyana ne bi hev re' bi gotineke din, li hemberî quretiya parçebûnê derketin. Niha Ertugrul Ozkok dipirse: 'Eger li Tirkiyeyê tiştekî neyê nîqaşkirin hebe, gelo çiqasî samîmî ye ku yekîtî û hevgirtina vî welatî diyar dikin?'
Ya rast, divê jiErtugrul vê bipirsin: 'Gelo tu çi qasî samîmî yî di mijara jiyana bi hev re de?"
(AKnews Beşa Kurdî – Tirkî)

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Kategorinin Diğer Haberleri
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?

Mail List