IMKB: 60.608Dolar: 1,5155 YTLEuro: 1,9265 YTLAltın: YTL
09 Eylül 2010 Perşembe
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara10/28 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ji Goristanê Banga 'Agirbestê'
15 Temmuz 2010 / 16:52
Hewldana ku li Goristana Deriyê Mêrdînê di nava goran de daxuyanî da, anî ziman ku ji bo bêdengkirina çekan milê xwe dixin binê barî.
Li Diyarbekirê "Hewldana Rawestandina Xwînê" ku ji hêla 38 saziyên sivîl ve hatiye avakirin, li goristanê banga agirbestê li PKK'ê kir.

Hewldana ku li Goristana Deriyê Mêrdînê di nava goran de daxuyanî da, anî ziman ku ji bo bêdengkirina çekan milê xwe dixin binê barî.

Berdevkê Hewldana Rawestandina Xwînê û Serokê tevgera Mirov û Erdemê Akmet Ay, sedema ku daxuyaniyê li goristanê didin wiha rave kir: "Ji bo ku careke din mirov neyên kuştin û li van goran neyên veşartin em li virê ne."

Ay ku diyar kir ew bi ramana "kuştina mirovekî kuştina mirovatiyê ye, jiyandina mirovekî jiyandina mirovahiyê ye" derketine ser rê, got, "Armanca me ew e ku mirovên me; leşker-polîs û zarokên kurdan bi ecela xwe jiyana xwe ji dest bidin."

Ay ku diyar kir ji bo xwîn raweste ew ê her hefte li goristanekê daxuyaniyan bidin, anî ziman ku naxwazin dayikên kurd û tirk bigirîn û wiha got:

"Em êdî pevçûn, tundî û giriyana dayikên kurd û tirk naxwazin. Lewre dem pevçûn çêbin, dema cenaze hebin em nikarin bipeyivin. Li ciyê ku em nikaribin bipeyivin, dê kesên wekî Osman Pamukoglu bipeyivin. Em ji bo vê diaxivin û bêrawestan dibêjin bila xwîn raweste."

Ay ku bang li PKK'ê kir û got, "Ji bo xatirê me çekan bêdeng bikin", daxuyanî wiha domand:

"PKK'ê beriya niha 17 caran bi awayekî yekalî çek bêdeng kirin. Eger em li bendê bin ku dewlet bêje min operasyon rawestandin, xwe paşve dikişînim, em ê li benda ne tu tiştî bin. Em dixwazin ku pêdivî bi operasyonekê tenê jî nebe. Em naxwazin ku leşkerek tenê jî gule berde. Lê em dibêjin ku PKK'ê 17 caran bi awayekî yekalî çek bêdeng kirin. Ji bo xatirê me, ji bo xatirê gelên kurd û tirk jî, careke din çekan bêdeng bikin. Lewre li hemberî me însiyatîfeke gelekî cidî heye. Ji bo ku hikûmet pêşîvekirinê bi awayekî çêtir û tije bidomîne, ji bo ku firsendekê bidine vê, em li virê bi agirê di dilê xwe de tika dikin careke din bila vê ji me re zêde nebînin."

Li ser pirsa AKnewsê ya wekî "Banga agirbesta yekalî çi qasî pêbawer e?" Ay got, "Beriya niha PKKê 17 caran çek bêdeng kirin. Em dixwazin ku careke din jî vê bikin. Nexwe gotina 'bila PKK çekan bêdeng, operasyon bidomin' ne li mirovahiya me ne jî li baweriya me dike."

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Diyanet-Senê Omer Evsen jî ramanên xwe ji AKnewsê re vegotin. Evsen got, "Em banga xwe ne yekalî, lê dualî dikin. Lê em dixwazin ku pêşî PKK be. Em hêvî dikin ku dê bersiveke erênî bidin vê daxwaza me. Ji bo ku careke din mirovên me nemirin, em vê daxuyaniyê li goristanê didin. Em tika dikin bila her kes me li me guhdarî bike û guh bide vê banga me."

AKnews
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List