IMKB: 60.608Dolar: 1,5155 YTLEuro: 1,9265 YTLAltın: YTL
09 Eylül 2010 Perşembe
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara10/28 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
'Em Dikarin Vê Xwînê Rawestînin'
15 Temmuz 2010 / 17:02
"Dayikên ku zarokên wan li serê çiyan in û yên li leşkeriyê ne, gelê sivîl, em hemû divê bibin yek. Em dikarin vê xwînê tenê bi hevkariyê rawestînin."
Parlamenterê Partiya Edalet û Pêşveçûnê (AK Partî) yê Colemêrgê Abdulmuttalip Ozbek diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê êş bêne parvekirin û zimanê aştiyê bê afirandin û ji bo hemû parlamenterên li parlamentoyê got, "Em herin serdana malbatên leşker û PKK'iyên jiyana xwe ji dest didin."

Ozbekê ku ji AKnewsê re axivî, bang li parlamenterên hemû partiyên li parlamentoyê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi hev re tevbigerin. Ozbek ku got "bang li hemû parlamenteran dikim", wiha domand:

"Werin ji bo rawestandina xwîna birayan ya diherike, em dest bidin destên hev. Êşa PKK'î û leşkerên ku di pevçûnan de dimirin yek e. Ji bo rawestandina vê xwînê divê em parlamenter jî zimanê aştiyê bi kar bînin. Em hem malbatên leşker hem jî yên PKK'iyên ku jiyana xwe ji dest didin ziyaret bikin. Divê zimanê me yê hevpar aştî be."

Ozbek ku destnîşan kir rewşa bi pevçûn a bi salan di gelek malbatan de bûye sedema dramê, mînakeke li Çelê wisa vegot:

"Malbateke ji Çelê û 3 kurên wan hene. Yek ji van li malê, yek leşker yê din jî li serê çiyan e. Birayê wî her tim dikeve operasyonan. Ji birayê xwe yê biçûk re dibêje ku li birayê xwe yê li serê çiyan digere. Li ser nasnameya vî lekşerî jî, li ser nasnameya yê çûye serê çiyan jî Komara Tirkiyeyê dinivîse. Dilê kîjan dayikê dikare li hemberî tabloyeke wisa li ber xwe bide. Dayikên kurd hem diçin ser cenazeyên leşkerên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin hem jî diçin ser cenazeyên PKK'iyên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin. Ji bo ev êş bi dawî bibe, bar dikeve ser milê me hemûyan."

Ozbek diyar kir ku hemû kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin, wekî mirov xwedî nirxekê ne, got ku nabe di navbera êşan de cudakarî bê kirin. Ozbek ku diyar kir ji bo çareseriya pirsgirêkê divê nêrîna her kesî bê girtin, got, "Ji bo ku ev can neçin, divê em zimanekî hevpar bibînin. Divê bi rojava û rojhilat re dest bidin destên hev. Dayikên ku zarokên wan li serê çiyan in û yên li leşkeriyê ne, gelê sivîl, em hemû divê bibin yek. Em dikarin vê xwînê tenê bi hevkariyê rawestînin."

AKnews
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List