IMKB: 60.999Dolar: 1,5005 YTLEuro: 1,9295 YTLAltın: YTL
04 Eylül 2010 Cumartesi
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara11/29 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ji Kurdî re Daxwaza 'Parastina Destûrî'!
19 Temmuz 2010 / 15:56
"Em wekî beşdarên konferansê dixwazin ku hemû astengiyên fermî û fîîlî yên li pêşiya perwerdehiya zimanê kurdî bên rakirin û bi heman rengî zimanê kurdî bikeve bin parastina destûra bingehîn."
Nivîskar, akademîsyen û lêkolînerên kurd ku beşdarî konferansa "Rojên di Sedsala 21'emîn de Ziman û Wêjeya Kurdî" ku ji hêla Zanîngeha Hakkariyê ve hate organîzekirin, bi danezaneke hevpar xwestin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pevçûn demildest rawestin, hemû astengiyên li ber perwerdehiya kurdî bên rakirin û mafê perwerdehiya bi kurdî bikeve bin parastina destûra bingehîn.

Konferansa ku ji hêla Zanîngeha Hakkariyê ve di navbera 16-18 tîrmeha 2010'an de li Navenda çandê ya Ataturk hate lidarxistin bi pêşandana hunermendê stand-upê Murat Batgî bi dawî bû.

Beriya pêşandanê, di merasîma girtinê ku Rektor Prof. Dr. Îbrahîm Belenlî jî amade bû de, Celîlê Celîl, Arjen Arî, Eskerê Boyik, Samî Tan, Haşim Ahmetzade, Feratê Dengizî, Îhsan Colemêrgî, Îbrahim Seydo Aydoğan; bi tevahî 30 akademîsyen, lêkolîner û ronakbîran derbarê konferansê de danezana encamê hate weşandin.

Aydogan ku diyar kir ew girîngiyê didin konferansê, ji kesên konferans li dar xistine û beşdaran re spas kir. Aydogan ku xwest dixwazin bangekê li raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê bikin, wiha got:

"Pirsgirêkên siyasî li ber ziman û wêjeya kurdî asteng in. Pirsgirêka kurd ku îro jî li benda çareseriya aştiyane û demokratîk e, pêşiya ziman û wêjeya kurdî dixitimîne. Ji ber vê sedemê, bangame li hemû aktorên siyasî ew e ku berpirsiyariya xwe ya dîrokî bînin cî; hê nebûye dereng pevçûnan rawestîni û ji bo çareseriya pirsgirêkê dest bi diyalogê bikin. Em wekî beşdarên konferansê dixwazin ku hemû astengiyên fermî û fîîlî yên li pêşiya perwerdehiya zimanê kurdî bên rakirin û bi heman rengî zimanê kurdî bikeve bin parastina destûra bingehîn."

Aydogan ku diyar kir dixwazin Fakulteyên Perwerdehiyê yên bi kurdî jî bên vekirin, got, "Divê li Zanîngehan ji lîsansê heta doktorayê destûr û derfetan bidin kurdî û beşên ziman û wêjeya kurdî jî di statuya beşên zimanên din de bên dîtin. Bi heman awayî, j ibo perwerdehiya kurdî û ji bo di branşên cuda de mamoste bên perwerdekirin divê fakulteyên perwerdehiyê yên kurdî bên vekirin."

Aydogan diyar kir ku divê bêyî ku cudahiyê bixin navberê, saziyên kurdan bikevin hevkariya lêkolîn û hevkariya di warê akademîk de.

Piştî xwendina danezanê, Prof. Dr. Îbrahîm Belenlî, axaftineke kin kir û ji beşdaran re spas kir. Belenlî ku diyar kir Tirkiye roj bi roj demokratîşk dibe û ji bo lidarxistina çalakiyên bi vî rengî astengî nemane. Belenlî got, "êdî ji bo vê hewce nake ku kefen li ser milan be. Em dikarin vê pirsgirêkê bi awayekî medenîtir çareser bikin." Piştre Belenlî diyarî da beşdaran.

AKnews
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List