IMKB: 60.608Dolar: 1,5155 YTLEuro: 1,9265 YTLAltın: YTL
09 Eylül 2010 Perşembe
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara10/28 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EDP dê ji Referandumê re Bêje 'Erê'
19 Temmuz 2010 / 16:39
Serokê Gıştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (EDP) Ziya Halîs diyar kir ku ewê ji bo referanduma pakêta guherîna destûra bingehîn a di 12'ê İlonê de dengê "erê" bi kar bînin.
Serokê Gıştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (EDP) Ziya Halîs diyar kir ku ewê ji bo referanduma pakêta guherîna destûra bingehîn a di 12'ê Îlonê de dengê "erê" bi kar bînin.

Halis di daxuyaniya îro da de, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê daxwaza ji bo destûreke azadîxwaz û wekhevîparêz ji roja qebûlkirina destûra bingehîn a 12'ê Îlonê ve heye û got, "Her çiqas di nava salan de 85 madeyên destûra bingehîn a 12'ê Îlonê ji nû ve hatibe nivîsandin jî, vê destûrê taybetiya xwe ya wesayetxwaz, otorîter û nedemokratîk parastiye."

Halis ku diyar kir guherîna dê here referandumê li paş "asta azadî û demokrasiyê ya civaka Tirkiyeyê gihîştiyê ye", got ku EDP dê piştî referandumê jî bibiryariya xwe ya ji bo giherandina Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê bidomîne.

Halis ku diyar kir Meclîsa Partiyê ya EDP'ê hefteya borî civiyaye û derbarê helwesta derbarê referandumê de diyar kiriye, wiha got:

"Em ji îktîdara AK Partiyê ku ev amade kiriye re dibêjin 'na'. Em dizanin ku guherîn têrê nakin. Divê Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê bi temamî bê guhertin. Civaka Tirkiyeyê destûreke azadîxwaz, demokratîk, civakî û sivîl heq dike. Civaka Tirkiyeyê nêzîk an dereng dê bigihîje destûreke bi vî rengî."

AKnews
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List