Karakter boyutu :

(Dengûbas) – 20 Tîrmeh 2010
20 Temmuz 2010 / 13:11
Dê derbekaran jî bidarêzin. ‘Destûra Bingehîn helbet dê bête guhartin’. Îtiraza dayika Sakîne heye...
Pêşîvekirin bêdeng vegeriya Mexmûrê'
Rojnameya Milliyetê, îro, di nûçeyeke xwe de, bal kişandiye ku "Koma Aştiyê" ku di çarçoveya "pêşîvekirina demokratîk" de, 19'ê Kewçera 2009'ê li ser banga lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji Kampa Mexmûrê û Qendîlê çûbûn Tirkiyeyê, biryara vegera Mexmûrê wergirtiye. Li gorî nûçeyê, ji koma 4 jê zarok 34 kesî, 17 jê ji yên ji Mexmûrê û 3 jî ji yên ji Qendîlê, şeva borî, piştî xebatên pasaporta li Xabûrê derbasî bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê bûne.
Îtiraza dayika Sakîne heye
Rojnameya Radîkalê, îro, bal kişandiye ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan, di civîna bi komelên jinan re a di çarçoveya "pêşîvekirinê" de behsa Sakine Arat a ku 3 kurên wê di nav PKK'ê de jiyana xwe ji dest dane. Li serê vê, dayika Sakîne, îtîrazî vê yekê kiriye û li ser gotina Serokwezîr, "Lawê xwe radestî terorê kir" got, "Lawê min terorîst nîne. Bila van operasyonan rawestîne. Bila ne gerîla ne jî leşker bêne kuştin, bila dayik bes bigrîn."
Fermana lêpirsînê ji Başbuğ hatiye
Rojnameya Hurriyetê, îro, bal kişandiye ku derbarê du subayên ku tê îdiakirin, "Di şerekî de Heronên ku zirareke mezin dane gerîlayên PKK'ê paşve kişandine" de, ortgeneral Îlker Başbug, di dema Fermandariya Hêzên Bejayî de bi xwe emrê lêpirsînê daye. Çavkanîyên Serfermandariya Giştî, derbarê bûyera 2007'ê de gotiye, "Di vî warî de, nedîtin, an jî paşçavkirinek tune ye. Ev mijar ji aliyê Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî ve tê pirsyarkirin."
'Destûra Bingehîn helbet dê bête guhartin'
Rojnameya Sabahê, îro, di manşêta xwe de, cih ji hevpeyvîna Yavuz Donat a bi lîderê Derbeya 12'ê Îlonê û 7'emîn Serokomarê Tirkiyeyê Kenan Evren re veqetandiye. Di nûçeyê de, derbarê "Destûra Bingehîn a 1982" ku wek "Destûra Bingehîn a Kenan Evren" tê nasîn de, bîr û raya xwe daye der û gotiye, "Bila li axaftinên min ên di nava demê de binêrin. Hemû hatin jibîrkirin. Min gotibû: Dê rojek bê, ev Destûra Bingehîn dê biguhere. Ma Destûra Bingehîn a me emrê xwedê ye? Şertên rojê çi pêwîst bin ew ê bête pêkanîn... Destûrên Bingehîn jî têne guhartin."
Ekîba Heronê li sînor hat terfîkirin
Rojnameya Starê, îro, di sermanşêta xwe de, bal kişandîye ku Ustegmenê ku bo gerîlayên PKK'ê digot, "mirovên me" û "em gelek zirarê didinê, van Heronan bêxin" bûye Yuzbaşî û Yuzbaşiyê ku digot, "Em ê çarekê jê re bibînin" jî bûye yarbay. Li gorî nûçeyê, ev axaftina navbera van payedaran ji aliyê MIT'ê ve hatine guhdarîkirin û tespîtkirin. Di nûçeyê de, hatiye diyarkirin ku subayên ku ji bo zirareke zêde negihêje PKK'yîyan xebat dikir, bi "ixanetê" hatine tawanbarkirin lê yek ji wan jî ji kar nehatiye bidûrxistin, berevajî terfî kirine.
Dê derbekaran jî bidarêzin
Rojnameya Tarafê, di manşêta xwe de, bal kişandiye ku "Îdianameya balyozê" ji aliyê dadgehê ve hatiye qebûlkirin û 29 jê muwazaf, cara yekê ye ku dê derbekar jî hesabê bidinê darazê. Li gorî wê, di îdianameya ku ji aliyê 10'emîn dadgeha Cezayê Giran a Îstanbulê ve hatiye qebûlkirin de, di nava wan de 2 fermandeyên hêzê jî heyî, Çetin Dogan jî pê re, 196 subayên muwazaf, bi sûcê hewldana derbeyê dê bêne darizandin.
(Beşa Kurdî – Tirkî ya AKnewsê)

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Kategorinin Diğer Haberleri
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?

Mail List