IMKB: 60.608Dolar: 1,5155 YTLEuro: 1,9265 YTLAltın: YTL
09 Eylül 2010 Perşembe
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara10/28 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
(Nivîs) - 20 Tîrmeh 2010
20 Temmuz 2010 / 13:15
"Îslamîst ji bo Kurdan Meşiyan " (Hakan Albayrak – Yeni Şafak). Gelo di nava leşkeriyê de komeke ku PKK'ê diparêze heye? (Emre Aköz – Sabah)
Diyarbekir an jî 'ew der' (Mehveş Evin – Milliyet)

Mehveş Evin nivîsandiye dema ji rojava ve dinêrin, gera li Başûrojhilata ku wekî "herêm" an jî "ew der" tê pênasekirin wekî çalakiyeke xetere tê dîtin, û wiha domandiye:

"(…) Li van deran, bigotina rast, pirtûkxaneyeke hût heye. Kî bixwaze dikare di hênikahiya kemberên kevirîn de tevahiya rojê pirtûkan bixwîne. Li Navenda Pirtûk û Çandê ya Ensarê ku navenda wê li Stenbol-Fatîh e, bi piranî pirtûkên olî ne, lê bi tirkî, zazakî û kurdî, çi bigerin heye.

Di nav firoşgehên diyariyan a li ber derê xanê de tiştê ku bala we dikişîne, ciyê firotina posterên Che, Ataturk, Şivan Perwer, Deniz Gezmiş, Ahmet Kaya û Fethullah Gulen e. Havva Levent dibêje 'herî zêde yên şoreşgeran tê firotin etê.' Havvaya ku li dikana bi navê 'Osmanli Gumuş'ê tiştên zîvîn çêdike, ji şîroveyên wekî 'li Diyarbekirê hêvî nema' re bir diqehire: 'Ev der pir bi pêş ketin, ne wekî berê ye'..."

Gelo di nava leşkeriyê de komeke ku PKK'ê diparêze heye? (Emre Aköz – Sabah)

Emre Akgoz nivîsandiye ku demeke dirêj e difikirre ku di nava leşkeriyê de damareke bi hêz heye ku naxwaze pirsgriêka kurd û PKK'ê çareser bibe heye, diyar kiriye, "Kengê Serokwezîrek û/an jî Serfermandarek bixwaze vî karî çareser bike tên astengkirin". Akgoz ku qala axaftinên telefonê ku di navbera sertegmen û albayekî de derbas bûye bi bîr aniye û wiha domandiye:

"(…) Li bûûyera ku 11 rojan beriya wê servegirtina Oremarê ku 13 şehîd hatin dayîn qewimî, bi awayekî cidî nêz nabin. Dibêjin 'gelo rayedar ew e an ev e' û dosyeyê digerînin.
Di vê navberê de: Sertegmenê mijara gotinê û yarbayê pê re axiviye û tugamîralek, her wekî tu tişt nebûbe, li ser peywira xwe ne...

(...) Wezîrê Parastina Neteweyî Vecdî Gonul ('Bûyer rast be ciyê metirsiyê ye') û Serokê Meclîsê Mehmet Alî Şahîn ('Îdiayeke gelekî cidî ye'), gotinên biçûk kirin; ew qas. Medya jî bûye du alî: Yên qala 'Îxaneta Heronê' dikin (Bugunê nûçeyê bi sernavê 'Va ye îxanet' dabû, 'yên behsê dikin' û 'yên behsê nakin'.

Ew çend pirsên bêbersiv pir in (Mustafa Karaalioğlu – Star)

Mustafa Karaalioglu nivîsandiye ku servegirtina PKK'ê ya Oremarê ya di 21'ê cotmeha 2007'an de ji hêla ast û pirsên nehatine bersivandin ve "yek ji êrîşên terorê yên herî girîng ku Tirkiye rû bi rû maye" ye, û wiha domandiye:

"(…) Tenê têkoşîna li dijî terorê dê pirsgriêka kurd çareser neke lê em li hemberî terorê dikevin nava kêmasiyeke ku me heq nekiriye. Ev jî çareseriyê zehmet dike; dev ji çareseriyê berdin, di rewşa asayî de hewayê xira dike.

(…) Hin pirsên bersiva wan nehatiye dayî dilê mirov dixelînin.

(…) Divê TSK û hemû saziyên din zanibin ku divê tiştên ku ew dikin û yên nikarin bikin bi raya giştî re parve bikin. Her wekî serkeftinê, têkçûnê jî...

(…) Dema xwîn dirije, can diêşin, tu kes wekî berê wateyeke pîroz nade bêdengiya saziyan. Ew dem derbas bû."

"Îslamîst ji bo Kurdan Meşiyan " (Hakan Albayrak – Yeni Şafak)

Hakan Albayrak nivîsandiye ku saziyên bi navnameya îslamê yên wekî ÎHH, Mazlum-Der, Ozgur-Der, Platforma Enedolê roja şemiyê li Stenbolê çalakiya "BIRATÎ Û AŞTIYÊ" li dar xistine, wiha domandiye:

"(…) Bang kirin ku PKK çekan bêdeng bike, ji Hêzên Çekdar ên Tirk jî hate xwestin ku operasyonan bi dawî bike û "di rewşa aram a pêk bê de aştî bê sazkirin'.

Sernavê ku rojnameya Tarafê ji bo vê nûçeyê hilbijartiî: 'Îslamger ji bo Kurdan Meşiyan'.
Çi xweş.
Eger beriya 20 salan însiyatîfeke wisa hatibûya girtin, ez dibêjim taxa kurdan dê taxeke zêdetir îslamger bûya.

Ji bo tamîra dilên şikestî, dema windabûyî, herine pêş!"

(AKnews Beşa Kurdî – Tirkî)
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List