Karakter boyutu :

Li Agirîyê Di Xeta Boriya Gazê De Teqîn
21 Temmuz 2010 / 10:02
Li Bazîda Agiriyê, di xeta boriya gaza xwezayî de, ji ber sedemeke hêj nediyar e, teqînekê rûda.

Li gorî nûçeya CHA'yê, li nêzî gundê Topçatan 8 kilometre dûrî Bazîdê, di xeta boriya gazê ku ji Îranê tê bo Tirkiyeyê saet li dora 00.25'ê teqînekê rûda.
Piştî teqînê pihêtên agir 100 metre bilind bûn. Alazên agir û teqînê gundiyên Topçatanê xiste nav tirsê. Xelkê herêmê, bi teqînê re got qey erdhejê rûda. Li Bazîdê gelek kes bi tirsa erdhejê heta derengiya şevê ma derve.
Hate zanîn ku biriqîna pihêtên agir, ji Îdir a 45 kilometre dûr ve hate dîtin.
Ekîbên polîs û cendermeyan li deverê tevdîrên şidiyayî girtin û nehişt tu kes nêzî wê derê bibe.
Ekîbên BOTAŞ û îtfaîyeyê jî çûne cihê bûyerê. Rayedarên BOTAŞ'ê vaneyên derîyê Sînor ê Gürbulak a navbera Tirkiye-Îranê û yên navenda navçeyê girtin. Piştre pihêtên agir daketin.
Walîyê Agirîyê Ali Yerlikaya derbarê bûyerê de got, "Li gorî agahiyên ber destê me tu ziyana mal û canî nîne. Lêkolînên me berdewam in. Tê texmînkirin ku teqîn bi bombeyeke komanda ve hatiye pêkanîn."
Li herêma 3 kîlometre dûrî riya transît a Tirkiye- Îranê, sala 2002'ê jî teqînek pêk hatibû. Agir, bi daxistina vanayan a ji aliyê peywirdarên BOTAŞ'ê ve ya li îstasyonên wê, piştî 45 deqeyan xweber vemirî bû.
AKnews

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Kategorinin Diğer Haberleri
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?

Mail List