IMKB: 60.608Dolar: 1,5155 YTLEuro: 1,9265 YTLAltın: YTL
09 Eylül 2010 Perşembe
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara10/28 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dayika Gerîlla: Zarokên Me Ne Terorîst in
21 Temmuz 2010 / 10:08
Sakine Arat got, “Zarokên me ne terorîst in. Bila gerîla jî nemire, leşker jî nemire.”
Sakine Arat'a Diyarbekirî ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, di civîna ku bi rêxistinên jinan re ya derbarî projeya “Pêşvekirina Demokratîk” lidarxistibû de gotibû “Rêxistina terorîst kurê wê ji dest girtiye” got, “Zarokên me ne terorîst in. Bila gerîla jî nemire, leşker jî nemire.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan duhî di civîna Dolmabahçeyê de ku derbarî “pêşvekirina demokratîk” de bi rêxistinên jinan re lidarxistibû diya gerîla ya 75 salî Sakine Arat mînak dabû ku, 3 kurên wê di nav refên gerîla de jiyana xwe ji dest dabûn, keça wê xwekuştibû û kurekî wê jî di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû.

Li gorî nûçeya rojnameya Radikalê, Sakine Arat got, ji ber ku malbata wê piştgiriya Serhildana Şêx Seîd kiriye hatiye sirgûnkirin û ew bixwe jî di sala 1935 de li Kutahyayê bajarê rojavayê Tirkiyeyê hatiye dinê. Di sala 1947 de vegeriyane Diyarbekirê û dibistana seretayî 4 sal xwendiye. Lê zarokên xwe dane xwendin.

Dayika Sakîne got, wan ji serlêdanên ku bo bi Serokwezîr û Fermandarê giştî re hevdîtinê bikin tu bersiv negirtine û derbarî gotina Erdoğan a, “Rêxistina terorîst kurê wê ji dest girtiye” jî wiha axivî:

“Ev gotineke pir giran û pir biêş e. Ez di jiyana xwe de vê yekê nikarim bibexşînim. Zarokên me ne terorîst in. Bo canê xwe xelas bike derketine çiyê. Bila Serokwezîr operasyonan paşve bikêşe û soza camêran a çêkirina aştiyê bide. Dema ku soz da ez heta mirinê jî amade me. Ez ê hemû dayîkan re bêjim ku em pêkve dengê xwe bidin wî. Bila operasyonan paşve bikêşe, bila gerîla jî, leşker jî nemire û dilê tu dayikê neşewite.”

AKnews
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List