Karakter boyutu :

'Bila Dewlet Ji Kurdan Lêborînê Bixwaze'
27 Temmuz 2010 / 05:45
Bêguman hemû ziman, ji ayetên Xwedê ne. Lewre divê hemû qedexe û sînorkirinên fermî, nefermî yên li ser kurdî bên rakirin.
Danezana encamê ya "Foruma Pirsgirêka Kurd" ku li Diyarbekirê hate lidarxistin û du rojan dewam kir, bi dawî bû.
Di danezanê de bang li Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) hate kirin ku operasyona rawestîne û bang li PKK'ê hate kirin ku çalakiyan rawestîne. Her wiha hate xwestinm ku dewlet ji ber neheqiyên li gelê kurd kirine, ji kurdan lêborînê bixwaze.
Danezana Encamê ya "Foruma Pirsgirêka Kurd" ku ji hêla Saziya Ramana Azad û Mafên Perwerdehiyê ve di 24-25'ê tîrmehê de li Diyarbekirê, li Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Oeyasê hate lidarxistin, bi dawî bû. Di encamnameya foruma ku ji erdnîgariya kurdan û ji Herêma Federal a Kurdistanê bi dehan ramyarên olî beşdar bûn de, tespît hate kirin ku di serî de di valakirina gundan, koçkirina bi darê zorê û kuştinên kiryarnediyar de, di hemû nerêniyên pêk hatine de dewlet berpirsiyar e.
Di Encamnameya Foruma Pirsgirêka Kurd de ku gihîşt AKnewsê jî, wiha hate gotin:
"Ligel ku PKK parçeyeke pirsgriêka kurd de, di rastiyê de encameke ku ji ber pirsgirêka kurd derketiye ye. PKK di çareserkirina tundiyê de muxatab e. Di çareserkirina pirsgriêka kurd de jî gelê kurd bi hemû beşên xwe muxatab e."
Pêşniyarên encamnameyê wiha ne:
* Divê TSK operasyona rawestîne. Divê PKK biryara bêçalaktiyê bistîne. Bi cê re jî, divê mercên ji bo ku PKK çekan berde bên afirandin, bêyî ku cudahî bikeve navberê, divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.
* Divê ji ber zilm û neheqiyên ji avabûna Komarê ve li kurdan hatine kirin, di asta fermî de lêborîn bê xwestin.
* Bêguman hemû ziman, ji ayetên Xwedê ne. Lewre divê hemû qedexe û sînorkirinên fermî, nefermî yên li ser kurdî bên rakirin. Di serî de perwerdehiya bi zimanê zikmakî, divê li hemû qadan kurdî serbest bê berdan.
* Divê "andimiz"a (sonda me) ku bi xwendekarên dibistana sereteyî tê xwendin bê rakirin. Divê nivîsên "Ne Mutlu Turkum Diyene" ku li deran hatine nivîsandin, bên rakirin. Divê têgeha li ser bingeha "tirkîtiyê" ya vederker di serî de ji têgeha welatîbûnê û ji hemû lîteratura destûrî û qanûnî ya pergalê bê derxistin û terikandin.
* Divê hemû navên cî û warên ku navên wan hatine guhertin, li wan bên vegerandin.
* Divê pergala cerdevaniyê ku li herêmê dibe sedema gelek pirsgirêkên cûr bi cûr bê xirakirin.
* Divê aqûbeta bi hezaran winda û kuştinên kiryarnediyar bê diyarkirin, lêpirsîn bi cidiyet bên meşandin û berpirs bên dîtin û cezakirin. Divê hesabê şewitandina gundan û kiriyarên bi vî rengî bê pirsîn. Divê nelirêtiyên ku avabûba Ergenekonê li herêmê kirine bi kûrahî bên lêpirsînkirin.
* Operasyonên tên kirin, tên wateya girtina bi sûcdarkirinên razber û îpoteka li ser hilbijartina gel. Divê dawî li vê nehiqûqiya ku siyasetmedarên kurd pê re rû bi rû ne ji holê bê rakirin û yên girtî demildest serbest bên berdan.
* Divê mercên girtîgehê yên Abdullah ocalan bên rastkirin û neqla wî ya li girtîgeheke normal bê pêkanîn. Divê hinceta PKK'ê ya di tundiyê de ya ji ber mercên jiyanê yên Ocalan, ji holê bê rakirin.
* Divê hikûmeta AK Partiya dev ji helwesta xwe ya ku BDP'ê ji nedîtî ve tê berde, divê BDP jî gavên ku destê siyaseta sivîl a dixwaze ji bo çareseriyê gavan bavêje xurt bike.
* Ji ber tevahiyek heye, divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurdên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hewl bê dayîn.
* Divê ciyê gorên hemû kurdên ku di qiyama kurdan de hatine daliqandin bên nîşandan û girtenameyên dadgehan û belgeyan re bên daxuyandin.
* Divê dev ji fikra artêşa taybet ku JÎTEM'ê tîne bîrê berdin.
AKnews

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Kategorinin Diğer Haberleri
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?

Mail List