
Serokê Komeleya Iraqî ya Mafê Mirovan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkî (DYA) Hemîd Murad dibîne ku paşeroja siyasî ya Iraqê dê baş be û bi xêr be, eger hindek bendên destûrê bihêne hemwarkirin û hemû alî pêbendî destûr û yasayê bin, û karpêkirin û cîbicîkirina wê li ser hemûyan bê awarte bête sepandin.
Murad di hevpeyvîneke bo AKnewsê de teqez kir ku hebûna Wezareta Mafê Mirovan li Iraqê di vê qonaxê de zaf girîng e, lewma em daxwaza hiştina vê wezaretê di hikûmeta nû de dikin.
*Awayê karê komeleyê çi ye û kîngê hatiye damezrandin?
- Komele sala 1999ê li wîleyeta Mşîga hatiye damezrandin û li sertaserî DYA belav bûye, ta niha 5 kongre li dar xistine û her carê komîteyeke birêvebiriya tê hilbijartin. Awayê karê komeleyê bergirî û piştgirya welatiyên Iraqê ye li hundir û li derveyî Iraqê, her wiha gihandina dengê êş û azara Iraqiyan bo qadên navdewletî û harîkirina wan.
*Hun çawa binpêkirinên mafê mirovan li Iraqê dişopînin? Mebest hun çi rêbazan bi kar tînin?
- Şopandin bi rêya şandina hin endamên komeleyê dibe, her wiha bi rêya nameyên ku tên bo komeleyê û giliyên welatiyên ji hundir û ji derveyî Iraqê.
*Binpêkirinên mafê mirovan li Iraqê ji gelek aliyan de tên kirin, çi dezgehên Dewletê bin, çi partiyên siyasî û mîlîşiyeyên wan û hinên din jî ji ber nebûna ewlehiyê, çi binpêkirin ji pisporiya we ye?
- Warê mafê mirovan asîmanekî fireh e ji bo hemû Iraqiyan û dezgehên wan. Em hemû haletan dişopînin, ne ku yekê dişopînin û yekê berdidin. Çavdêrî û pêdeçûn divê li ser karê karmendên dewletê bête kirin, yên kêmtirxem û neaghdar divê têkevin ber vepirsînên û yên xemxwar û agahdar divê bêne xelatkirin. Û mijara hebûna mîlîşiyeyên partiyan li derveyî yasayê ye, û ezmûna dîrokî çi li Iraqê be çi li cihekî din li cîhanê be, rê nade hebûna mîlîşiya yên ku welat dixin nav destê grûpeke derveyî yasayê û di xizmeta serokê partiyekê û berjewendiyên kesane û pûartiyane.
*Çi fêdeya pêdeçûna binpêkirina mafê mirovan e, eger dezgeheke fermî nebe ji bo xwendina raporên hun amade dikin? Mebest hun axaftinên xwe arasteyî kê dikin?
- Rapor û daxuyaniyên me ji Hikûmeta Iraqê û Encûmena Nûneran û wezaretên pêwîst re tên pêşkêşkirin. Gelek halet hene hatin çareserkirin û em zêdetir dixwazin ji ber hebûna pêşêlkirinên pir di nav sîstema dewletê de. Divê rêxistinên civaka sivîl, navgînên mediya û çalak ranewist in, eger haletek nehate çareserkirin.
*Aya çi rêbazên we hene ji bo rêgirtin û kêmkirina binpêkirina mafê mirovan? Lê tenê amadekirina raporan û zanyariyan?
- Gelek rêbaz hene ji bo rêgirtin û kêmkirina binpêkirina mafê mirovan, ji wan vekirina xulên rahênanê ji bo karmendên hikumî û pênasînê wan bi yasa û erkdariyê. Her wiha rûbirûkirina karmendên dewletê û pêdana zanyariyên hûr derbarê binpêkirinê bi nav û demê, û armanc jê çareserkirin û nedubarekirin e. Bi nêrîna me pêwîstiya hemû karmendên dewletê bi xulên hişyarkirinê heye.
*Bi dîtina we divê Wezareta Mafê Mirovan li Iraqê hebe?
- Hebûna Wezareta Mafê Mirovan li Iraqê di vê qonaxê de zaf girîng e, ji bo çavdêriyê û pêdeçûnê û belavkirina çanda mafê mirovan di nav dam û dezgehên dewletê de û ta berpirs jî bi motacî vê çandê ye, lewma em daxwaza hiştina vê wezaretê di hikûmeta nû de dikin.
*Hûn çi pêşbînî dikin derbarê paşeroja Iraqê ya siyasî? Maf dê çawa bin di salên dahatî de?
- Paşeroja siyasî ya Iraqê dê baş be û bi xêr be, eger hindek bendên destûrê bihêne hemwarkirin û hemû alî pêbendî destûr û yasayê bin, û karpêkirin û cîbicîkirina destûrê li ser hemûyan bê awarte bête sepandin.
*Hun binpêkirinan li ser asta takekes yan wek kom dişopînin? Wek mînak rapor li ser mafê neteweyî, mezhebî, taîfî yan olî hene?
- Şopandina binpêkirin û pêşêlkirinê li ser asta kes nabe, em komeleyek in û komîte di nav de hene û her komîteyekê berpirsê wê heye, em hemû bi rihê yektîmî kar dikin ji ber ku rapor bi navê komele dediçe ne bi navê kesekî.
*Çima Komeleya Iraqî ya Mafê Mirovan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ye? Ev karê we zehmet nake?
- Ev pirs ne di ciyê xwe de ji ber: Yek, çalakê Iraqî iraqî ye eger li Iraqê be yan li DYA yan Ewropa, û em di vî warî de ji sala 1995an de kar dikin wê demê em li Sûriyê bûn ji 1999an em li DYA ne, armanca me gihandina tawanên Sedam yên li dij gelê Iraqê bo hemû qadên navdewletî. Du, em di vî warî de pispor in û bi hizireke niştiman perwerî kar dikin. Sê, karê me ne ji bo partiyekî yan aliyekî hikumî li ser mafê gelî Iraqî ye. Çar, em azad in di kar û liva xwe de û em dadperewr in ji bo gotina rastiyê. Pênc, ti dijwarî di dema teknîkê de nemane.
Ez jî dipirsim çima nûnerên rêxistin û dezgehên navdewletî tên welatê me û raporan pêşkêş dikin û ewqas rûber qut dikin.
Ji ber wê ez bang li Hikûmeta Iraqê dikim ku di vî warî de sûd ji ezmûna rêxistina me ya li derveyê welat bigire.
AKnews








