IMKB: 60.608Dolar: 1,5155 YTLEuro: 1,9265 YTLAltın: YTL
09 Eylül 2010 Perşembe
Yorumlananlar
Hava Durumu
Ankara10/28 °C
İstanbul8/14 °C
İzmir9/16 °C
Video Galeri
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hejmara 111'ê ya Nûbiharê Derket
29 Temmuz 2010 / 11:26
Kovara Nûbiharê ku ev 17 sal in weşana xwe xwerû bi kurdî didomîne, niha bi hejmara 111'ê derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovara Nûbiharê ku ev 17 sal in weşana xwe li Tirkiyeyê xwerû bi kurdî didomîne, niha bi hejmara 111'ê derket pêşberî xwendevanên xwe.

Li gorî agahiya danasînê ku edîtorê kovarê ji AKnewsê re şand, Nûbihar ku sê mehan carekê derdikeve, di vê hejmara xwe de Melayê Cizîrî û tesawif nirxandiye.

Di kovarê de, gerînendeyê kovarê Suleyman Çevik bi nivîsa xwe ya bi navê “Di meha Gulanê de Nûbihar” çalakiyên ku di wê mehê de ji aliyê Nûbiharê ve hatine kirin vedibêje û encamên ku ji wan çalakiyan derketine dinirxîne.

Her weha Ehmed Akin, bi derhênerê “Min Dît” Miraz Bêzar re hevpeyvîneke kiriye.
Remezan Pertev jî nivîseke bi sernavê “Testên jîrayî û exlaqê pîşeyiyê” nivîsandiye û tê de pedagojiya zarokan dide nîqaşkirin. Ew, di analîza xwe de balê dikşîne ser neehilbûna wezîfedarên komarê yên di vê qadê de û encamên ku zarokên kurd pêrgî dibin vedibêje.

Her wiha Abdulkadir Got jî bi sernavê “Bi esmannasiyê eşq û evîna Melayê Cizîrî ya tesewwifî” de nivîseke amade kiriye. Yek ji nivîsa li ser Melayê Cizîrî jî ya Bamed Serdar e ku bi sernavê “Hermenotîk, xebatên li ser Melayê Cizîrî û bersivek” hatiye weşandin. Di vê nivîsê de jî li ser têgeha 'Hermenotîk'ê hatiye sekinîn û têkiliya hermenotîkê ya bi xebatên li ser Melayê Cizîrî têne kirin hatiye îzahkirin.

Her weha Nûbihar, di vê hejmara xwe de, bi gotar, helbest û pexşanên qelew li ber destê xwedevanên xwe ye.

AKnews
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Anket
Yeni Anayasa Paketi İle İlgili Yapılacak Bir Referandumda Tercihiniz Ne Olur? Evet mi? Hayır mı?
Mail List